Russia is waging a disgraceful war on Ukraine.     Stand With Ukraine!
  • Melek Rojhat

    Yadê Rebenê

Share
Font size
Original

Yadê Rebenê lyrics

Yadê rebenê min got roka me helatî ji aliyê çiyan
Roka me hilatî ji aliyê çiyan
Şewqê avêtî nav bax û mêrgan û kaniyan
Ay dil bi kulo
Xortê Kurda rabin keçên kurdan rabin roja me hatiye
Pîr û kal û qîz rabin em herin serê wan çiyan
Ez birîndar im
 
De em ê binêrin wan çîçekan sorbûn e ji xwîna wan şehîdan
Ax û wax li min welatê me şêrîn e
Yadî reben ê em ê birîndar ên xwe derman bikin şehîd ên xwe veşêr in
Em ê birîndar ên xwe derman bikin şehîdê xwe veşêr in em ê sond bixun bi Qadî Mihemed bi Şêx Seîd ala rengîn xwîna wan şehîdan bi Mistefa Barzanî
Xewika me nayê ew kul ji dilê me dernayê heta em nebînin ala rengîn li ser çiyayên Kurdistanê hildayê
Ez birîndar im
 
De em ê binêrin wan çîçekan sorbûne ji xwîna wan şehîdana axx li min Kurdistan şêrîne
 

 

Melek Rojhat: Top 3
Comments