Russia is waging a disgraceful war on Ukraine.     Stand With Ukraine!
  • Xêro Abbas

    Gulfiroş

Share
Font size
Original lyrics

Gulfiroş lyrics

Gulfiroş, Min go Gulfiroş...
Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe
Him şev û him roj!
Ji te memnûn im
Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş!
Ji ber ku îro ez penaber im.
Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş!
Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im...
 
Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim
Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im!
Buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim,
Min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim.
Ji ber ku îro ez penaber im!
Li her wargehekî min gulek çand.
Lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be!
Çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im...
 
Ger yek ji min bipirse, dosto; "Tu dixwazî li gulan bigerî?"
Ez ê bêjim "Na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de pir in,
Ez li warê gulan ez digerim...
Qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî,
Birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im!
Ger te ya dilê min bizanibana dosto,
Ger te ya dilê min bizanibana dosto,
Bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û herim!
Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,
Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,
Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im,
Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im."
Lê çi bikim, îro, ez penaber im!"
 

 

Translations of "Gulfiroş"
Xêro Abbas: Top 3
Please help to translate "Gulfiroş"
Comments
ScieraSciera    Tue, 01/12/2015 - 07:34

Which language is it? I assume it's Kurmanji Kurdish, so I've categorized it as that.
The lyrics you added seemed very incomplete, so I've replaced them with others I found online. Please complete your translation of it or it will be unpublished.
And please take care to spell artist names properly, and also in the performed-by-field use Latin letters. I've corrected the main artist's spelling, but I can't read Arabic letters, so I don't know how to transliterate "گئڵ".

Omer AbdullaOmer Abdulla
   Tue, 01/12/2015 - 19:10

yes ,you are right , it is kurdish kurmanji , and it is incomplete , i was very anxious to add a new singer (xero abbas)
that is why i added fast and incompletely , i decided to complete it last night but now i saw your comment
thanx for your comment dear
but remember i am not a neglect translator
thanx again