La Russie a lancé une guerre honteuse contre l’Ukraine.     Soutenez l’Ukraine !
Partager
Taille de la police
Traduction
Permuter les langues

Nameyek ji bo Kobanê

Nameyeke taybet gehiştiye
Ji enîyê bajarê hêviye re,
Dilerzin destên dayika wê gava ku name vedike
Di navbera ronahî û sîha, mumêkî ku dihele
 
Ev name xebera stranêkî şiveqe ye
Xebera tîrêjen ku diçin nav malan û dikevin nav kulekên
Cihê guleyan, ev strana fîşengan e
Strana evîn û yadîgara dayikek e
 
Dinvîse peyvên daketî ji brîn û dîmenên
Hevalên ku hav diparêzin û
gilî û gazin derbas kirine
Li cihê ku mirovahî radibe û hemû sinôr û zayendan derbas dike
 
Dayikê, heke ku venegeriyam, ev berxwedan ji bo jiyane
Peyda bike ev xanîya keskê qul qulî kirî,
Li vir bi heza te min
navê xwe bi xwîn nivîsand
 
Hin jî dengê strana azadiyê hevalekî tê ku
çîrokên biserhatîyên me dilore
Srûdên fîşengan distre,
srûdên fîşengan
 
Dayikê, çen roje qeheweya me qedyaye
Lê me nas kir ku jîyan disa jî rinde,
Dayikê, ji dil û can re debêjim, tu qehewe ne mîna ya te ye.
Dayikê, ez başim, em başin.
 
Em diçin pêşîyê
mirovên ku mîna me ji bo cihanekê baştir xebat dimeşinin,
Li hember merga gurê,
li hember alayên reşên hildayî li asoye.
 
Di vê şerê li ser me hat danîn, dayikê,
ez amademe evîn biparêzim.
Gerçî şer xwestekan fam nake,
ez debêjim ku min bîrya te kiriye.
 
Keça te, ji derza cihaneke ku ger ava bibe.
Keça te, ji derza cihaneke dilêr.
 
Li enîya peşiyê şerê Kobanê.
 
Narîn
 
Paroles originales

Carta a Kobane

Cliquez pour voir les paroles originales (catalan)

Commentaires