Kérlek, segíts a(z) "Şahjine Rojhilatê" fordításában

Ossza meg
Betűméret
Eredeti

Şahjine Rojhilatê

Hay Lê rindê, lê rindê
Bejna zirav bilindê
Rewşa bajar û gunde
 
J`Eyntab û Diyarbekir
Rindê pora xw şe kir
Tilisma îşqê vekir
 
J`Elezîz û Dersimê
Çaw reşê demgenînê
Ez kuştim vê xanimê
 
Rindê Silêmanî ye
Firişta asmanî ye
Dilbera vi canî ye
 
J`Dihoka Behdîna ne
Pir heybet û giran e
Şehbanoya jinan e
 
J`Kerkûka babagurgur
Singê wê mercan û dur
Agirê îşqê helkir
 
J`Hewlêr û Hawdîyan e
Nazenîn u viyan e
Taca serê jinan e
 
J`Hesek, Qamişlî Efrîn
Dêmnebat û hingvîn
Ew e sultan û evîn
 
J`Urde û Adiyemanê
Sernex, Cizir Batmanê
Şehzadeya cihane
 
Sine û kermanşahî ye
Heyva şeva sahî ye
Tirîfe û ronahî ye
 
Translation
 
Login or register to post translation
Hozzászólások