Russia is waging a disgraceful war on Ukraine.     Σταθείτε με την Ουκρανία!
Μερίδιο
Μέγεθος γραμματοσειράς
Μετάφραση
Swap languages

Bifire, fikrê

Bifire, fikrê, bi baskên zêrîn;
here, li ser lat û girikan bilîse
ku li wir bêhneke nerm û xweş
dide hewaya şîrîn a axa çêbûna me!
Slavan bike li kevîyên çemê Urdunê,
li bircên xerabbûyî yên Siyonê.
Welatê mino, wisa bedew, lê wêran!
Bîranînino, wisa ezîz, lê kujek!
 
Çenga zêrîn a dengbêjên kahin,
Tu çima bê deng bi dara bîyê ve daleqiyayî?
Dîsa pêxe bîranînan li ser singa me,
ji me re çîroka demên çûyî bêje!
An weke bextê reş ê Ûrşelîmê
straneke dilsoj lê bide,
an jî bila Xwedê sirûşa newayekê bide te
ku ezîyetê li xêr û qencîyê dike!
 
Πρωτότυποι στίχοι

Va, pensiero

Στίχοι τραγουδιού (Ιταλικά)

Συλλογές με "Va, pensiero"
Giuseppe Verdi: Κορυφαία 3
Σχόλια