La Russie a lancé une guerre honteuse contre l’Ukraine.     Soutenez l’Ukraine !
  • Michael Learns to Rock

    Sleeping Child → traduction en kurde

Partager
Taille de la police
Traduction
Permuter les langues

Zaroka Razayî

Kadîz li ser bihûştê re ye
Bes ji bona te diçirûse
Û birêz heyv hat,
Ku ji te re bibê şevbaş
 
Ez ê ji bona te stranan bibêjim,
Ez ê ji bona dayikê,
Niyazên me ji bona dinyayê ne,
Û ji bona mirovan li her derê,
Em ji wan nîşan bidin ku xema me de ne ew,
 
Ax zaroka min a razayî,
Dinya pir hov e
Lê te bihuşta xwe bi destê xwe ava kir,
Ez ê te bes bi vê sedemê bipêçim zaroka razayî.
 
Heke hemû mirovên li çawirdora dinyayê,
Xwedîyê hişmendiyeka wekî ya te bûna,
Niha me li hevdu nedixist, şer tune bûn,
Aştîyeka domdar hebû li ser rûyê Erdê.
 
Hemû mîran û serokan,
yê li vir tu wiha bidîtana,
Wana yê dinya hildana li hembêza xwe,
Yê fêrî temaşekirina lîstika te bibûna.
 
Ax zaroka min a razayî,
Dinya pir hov e
Lê te bihuşta xwe bi destê xwe ava kir,
Ez ê te bes bi vê sedemê bipêçim zaroka razayî.
 
Ez ê zaroka xwe ya razayî bipêçim,
ku te jê biparêzim
Ku te ji dinyaya pir hov biparêzim,
te ji dinyaya pir hov dûr bigrim,
Ax zaroka min a razayî,
Dinya pir hov e,
Lê tu bihûşta xwe bi destên xwe ava bike,
Ez ê bes ji bona vê yekê te bipêçim zaroka min a razayî.
 
Paroles originales

Sleeping Child

Cliquez pour voir les paroles originales (anglais)

Michael Learns to Rock: Top 3
Commentaires