Russia is waging a disgraceful war on Ukraine.     ウクライナとともに立ち上がれ!
共有
フォントサイズ
翻訳
Swap languages

Zêrçin hat

Bila evîn bikeve rûyê erdê, meha zêrçinê hat
Meha hevgihîştinê ji bo me xwe nîşan dide
Bila evîn bikeve rûyê erdê, meha payîzê hat
Meha hevgihîştinê ji bo me xwe nîşan dide
 
Te ji her kesî bi dizî dixwazim te rapêçim
Ji bo noqî evîna te bibim, dê her sînorî birûxînim
Ev dilketiya min a yekem li kesekê ye
 
Bila evîn bikeve rûyê erdê, meha zêrçinê hat
Meha hevgihîştinê ji bo me xwe nîşan dide
 
Wekî dilê min didire dûrketina te, çima?
Çİma her sibê tevlî henaseyên min nabî?
Xwe ber min bide, dê bi hemî evînê te rapêçim
Li bendebûna te, min wêran dike
 
Ev tiştên dihesim dê çawa raberî te bikim?
Digel ku min xwe jî werê hez nekiriye.
 
Her tiştî bihêle û ligel min were, zêrçin hat
Meha hevgihîştinê ji bo me xwe nîşan dide
 
Te ji her kesî bi dizî dixwazim te rapêçim
Ji bo noqî evîna te bibim, dê her sînorî birûxînim
Ev dilketiya min a yekem li kesekê ye
 
Lêvên şilek tiştna ji min re dibêjin
Dilên kelecana pepûlekan digire, xeyalên me yek in
Êdî xwe bindest neke û dengê dilê xwe seh ke
Bihêl, bila êvar tevlî şevan bibin
Ev dema min ji qederê girtiye
Çi demeke xweş e werê
 
Vê şevê nere, meha zêrçinê hat
Meha hevgihîştinê ji bo me xwe nîşan dide
 
Te ji her kesî bi dizî dixwazim te rapêçim
Ji bo noqî evîna te bibim, dê her sînorî birûxînim
Ev dilketiya min a yekem li kesekê ye
 
オリジナル歌詞

सावन आया है

元の歌詞を見るにはここをクリック (ヒンディー語)

コメント