Mirady - Xwelî

Advertisements
Curdo (Kurmanji)

Xwelî

Çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin,
D’xwelîya xwîna xwe de me dîsa,
Sîya hechecîkên mirî de,
Para kûçikan jî nîn im,
Li kevirên gora xwe digerim dîsa,
Hêsirên min bidin min,
Bi hêsirê qayîl im dîsa,
Birînekê bidin min,
Bi birînê qayîl im dîsa,
Dilop dilop barîyam, kirasê dêya xwe,
Lê dayê tu ji min nexeyîde,
Bihuşta min çar parçe.
 
Çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin,
D’xwelîya xwîna xwe de me dîsa,
Di sîya hechecîkên mirî de,
Para kûçikan jî nîn im,
Li kevirên gora xwe digerim dîsa.
 
Deng ji axa sar nayê.
 
Adicionado por ahmetyal em Segunda-feira, 19/11/2018 - 00:12
Adicionado em resposta ao pedido de ibn as-sabil
Obrigado!Recebeu 1 agradecimento(s)

 

Advertisements
Vídeo
Mirady: Maiores 3
Por favor, ajuda a traduzir "Xwelî"
Comentários