Russia is waging a disgraceful war on Ukraine.     Stå med Ukraina!
  • asîman

    Bêhna Biharê • Helbestên Kurdî

Dela med sig
Textstorlek
Originaltexter

Bêhna Biharê

Dê bihar were welatê min
Kulîlk wê li çiyan şîn bibin
Bi hev re em ê bîhn bikin
Ew kulîlkên bîhnxweş
 
Em ê biçin zozanê
Bi zarokên rûken
Ez ê ji wan re helbestan bixwînim
Ew ê ji min re bistirên
 
Dê xort û keçên ciwan werin
Dê evîndarê hev bibin
Mîna Mem û Zîn
Gehîştin îhtîmal e
 
Dê aştî were welatê min
Dê li herderê kulîlk şin be
Dê li herderê bîhnek xweş were
Dê her kes evîndar be
 

 

Översättningar av "Bêhna Biharê"
asîman: Topp 3
Kommentarer