Teilen
Font Size
Kurdisch (Kurmanji)
Kurdisch (Kurmanji)
Jiyan çima ew qas zor e, nizanim
Nema hêz nema evîn, nikarim
Bide bide destê xwe bide
Mêze mêze l’çavê min mêze
 
Lê lê şev derew e
Reş û sipî derew e
Tu xewn î, xewn derew e
Were min bixapîne
 
Lê lê çav derew e
Çav bi hêsir pa nabe
Dilê şikiya şa nabe
Şa bibe jî derew e
 
Lê lê hez derew e
Dest bi destan, bi hev e
Jor-jêra jîyan wek hev e
Ew jî bila ji min wê da be
 
Lê lê al derew e
Ala ku bi ba hêl dibe
Sond li ser wê pir dibe
Sed rengi sed derew e
 

 

Übersetzungen

Kommentare