• Mohsen Namjoo

    ای ساربان → Kurdish (Kurmanji) translation

  • 5 translations
    English
    +4 more
    , Arabic, Azerbaijani, Kurdish (Kurmanji), Turkish
Favorites
Share
Font Size
Translation
Swap Languages

Karwanvano

Karwanvano! Kerwanê
Leylaya min ji min kû ve dibin?
 
Ku hûn Leylê bibin,
Hûn dil û can ji min dibin.
 
Karwanvano! Kerwanê!
Çima we Leylaya min ji min bir?
 
Dema me soz girê dan
Tenê xweda govan bû.
 
Madem dunya heye
dê evîna me jî hebe.
 
Karwanvano! Bi kû ve diçî
Te çira Leylaya min ji min bir?
 
Tevahiya baweriya min, bi vê dunyaya fanî
Çirîska evînê veda, jiyan çê bû
 
Bi yada yarê, çi xweş in hêstir
Bi şewata evînê, çi xweş e jiyan
 
Xweda evînî dilê hemî evîndaran bihêle
weke ku evîna me parast
 
Û mîna ku evîna Leylû Mecnûn bû efsane
Bila çîroka me bibe nemir
 
Niha ji evîna min baz didî
Evîna di çavên min de naxwînî
 
çendî bi derd û kul im nizanî.
 
Piştî te namînim, tu bi xwedê kî
qene bimîn mirina dilê min bibîn û her
 
Weke bahoza dirende, ji çiqila xeman
gulekê biçîn û her
 
Pê dihesim ku dareke tenha
bahozê ew anî ser çokan
 
Darek hemî çiqilên wê şikîn
bi saya xezeba xwezayê
 
Karwanvano! Karwanê!
Leylaya min kû ve dibî?
 
Ku hûn Leylê bibin,
Hûn dil û can ji min dibin.
 
Karwanvano! Kerwanê!
Çima we Leylaya min ji min bir?
 
Original lyrics

ای ساربان

Click to see the original lyrics (Persian)

Comments