✕
Kurdish (Kurmanji)
Kurdish (Kurmanji)
Were yar, qederê yar
Qederê ez çi bikim mîna qederê xelkê, tu ji min re nebûy, yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê, westiyayî peyayê piyadar
Tu bi min re bûy siwarekî bi rîm û bi mizraq
Li sirta peşte xelkê bûy siwar
Yar, yar, yar
Lê qederê yar
Ay lê qederê
Te ez ji xwe re kirim şivanekî yaqe bi qulavê, ling bi gemer
Te dawiyê ez ji xwe re kirim agakî, heqsiz, heqvêrmezê bêbexte û sextekâr, yar, yar
Lê qederê yar
Ay lê qederê
Te ji xwe re ez kirim tucarek, tu ji min re bûyî bazar
Te ez kirim tucarekî bilmezê bi bazara xwe nizanim, kirime zirar, yar, yar
Lê qederê yar
Ay lê qederê
Te darê çuqûrê dayî ser piyê min, sêwiya Xwedê
Min ji welêt derxistiye, malxerabê te ez gerandime, war bi war, yar, yar.
Ay lê qederê
Ez ê nifirêkî li te bikim bila gunehêkî min bibe marêkî reşê tîrêmar
Bila li stûyê te bişewite, qederê bi te re bigere
Mêrge bi mêrge yaylê bi yaylê ji te nemîne war bi war, yar, yar, yar
Lê qederê yar
Ay lê qederê
Ez ê nifirêkî li te bikim bila gunehêkî min bibe marêkî reşê tîrêmar
Bila li stûyê te bişewite, qederê bi te re bigere
Mêrge bi mêrge yaylê bi yaylê ji te nemîne war bi war, yar, yar, yar
Lê qederê yar
Ay lê qederê, wele tirsê ji yaxa min bernadî
Heya roja vê mirinê kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê sînge kundala li sar, yar, yar
Lê qederê yar
Comments
Sana Hussain






Ji bo bîranîna Şahnaz, keça Ayşe Şan, 1976...