• Seren Uçar

    Ka Bidene Min

Share
Font Size
Kurdish (Kurmanji)
Kurdish (Kurmanji)
Te girêda desmal û kiras
Li ser bejna tenik ev rêwaz
Gerdena zêr dev dan elmas
Min dît êşa cergêm' xilas
 
Ka bidine min de bidine min
Tu Xwedê vê bi canê bidine min
Eger ev bibite bo min
Xêr dinya bila bibite dijmin
 
Te girêda desmal û fistan
Li ser bejna tenik ev rihan
Du lêvê sor devdan mercan
Min dit xilas bû êş û can
 
Ka bidine min de bidine min
Tu Xwedê vê bi cane bidine min
Eger ev bibite bo min
Xêr dinya bila bibite dijmin
 
Te girêda kofî û kember
Li ser bejna nazik û esmer
Singê spî gerdana zêr
Diêşit canêm' min kire der
 
Ka bidinemin de bidine min
Tu Xwedê vê bi canê bidine min
Eger ev bibite bo min
Xêr dinya bila bibite dijmin
 

 

Idioms

Comments