Paylaş
Font Size
Ji mir gotin li Qamişlo
Dîlbera te mest û gêj e
Li ser êşa vê dîlberê
Yek şîretê kes nabêje
 
Gotin bûk e, lê biçûk e
Çîroka wê pir dirêj e
Destê nojdar brîndar e
Bin nenûka tev qirêj e
 
Ji mir gotin li amedê
Dîlbera te pir dinale
Di çavê min ji hêsra re
Şev û rojê sor peyal e
 
Gotin bûk e, lê biçûk e
Çîroka wê pir dirêj e
Destê nojdar brîndar e
Bin nenûka tev qirêj e
 

 

Coverların çevirileri

Yorumlar