Share
Font Size
Kurdish (Kurmanji)
Kurdish (Kurmanji)
KEWÊ - gotin
Kewê...
hewû zalimê sibe ye dikim sûra Diyarbekira şewitî ji xwe ra ji vir rakim lê
alîkî bi deşt û zozan kim alîkî bostan û xiyar kim
bi destê Zeyno bigrim vî zozanî rabim zozanekî dinê kar kim ezê rabim mala xirab bi serê xwe da rakim
bi destê Zeyno bigirim bi ser derd û kulê rezîl ra
Zeyno bi ser xwe da qeyd û war kim
kewa mi lêê
hewû zalimê sibe ye sûra bajara Diyarbekir bilind e te nabînim lê lê lê lê
Kewê ax lê
hey la zalimê dikim sûra Diyarbekira şewitî
ji xwe ra bi garis kim
Qersê, bi Qaqizmanê, Elî Palo di bin da qinawiz kim
kembera pişta Zeyno bi zêr û zîv kim
di bin da zêrê qurs kim
herçî kesê derdê dila nedîne
xwe berde mapûsxana Diyarbekira şewitî
Hesî Îbê Şemo jê derxin
emrê wî heftê bi heştê sal i daynim
ji gundê jêrîn Xeca Îbê bînin
emrê wî heştê û du sal i daynim
bira fena cotek kewê Diyarbekirî ji xwe re bi qebeqeb kin
gidîno teze ji kedera dila ra derdê dilê rezîl jê pirs kin
kewa mi yar,
zalimê sûra Diyarbekira şewitî bilind e
te nabînim lê lê lê lê.
 

 

Comments